• Monday, 23 February 2026
logo

Bakûr – Li sê bajaran şer û teqîn

Gulan Media October 14, 2016 Nûçe
Bakûr – Li sê bajaran şer û teqîn
Li navçeya Elbakê ya Wanê û navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di encama teqînan de herî kêm 12 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.


Îro danê sibê li ser rêya navbera navçeya Elbakê û bajarê Wanê, dema wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirkiyê derbas dibûn, bombek teqiya. Di wê teqînê de herî kêm 8 serbaz birîndar bûn ku tê gotin rewşa dudiyan baş nîne.


Li nêzîkî qereqola Garê ya Şemzînanê jî teqînek mîna teqîna Elbaka Wanê qewimî. Di wê teqînê de jî 4 serbaz birîndar bûn.


Li aliyekî din, medyaya Tirkiyê ragihand ku li derdora bajarê Semsûrê jî şer di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de derketiye û heta niha jî didome. Derheqê wî şerî de heta niha ti agahiyek berfireh nehatiye bidestxistin.


Basnews
Top