Li ser sînorê Bakur-Rojava teqîn: 20 kuştî!
Li gorî agahiyan, şeva pênşemî 13ê Cotmeha 2016, li navçeya Ezazê ya li ser sînorê navbera Tirkiye-Sûriye (Bakur û Rojavayê Kurdistanê) bi otomobîleke bombekirî êrîşek pêk hat.
Teqîn li nêzîkî istasiyona benzînê ya bi navê Nedîm çêbû û di encamê de 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji ber giranbûna rewşa hin birîndaran, hejmarek ji wan bo nexweşxaneya Tirkiyê hatine birêkirin.
Navçeya Ezazê ya ser bi parêzgeha Helebê ku niha di destê çekdarên komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê de ye, dikeve navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê.
Herwiha Ezaz dikeve ser sînorê parêzgeha Kîlîs a Bakurê Kurdistanê.
Rudaw
