Li Bakur hêviyên aştiyê qut dibin
Li Bakûrê Kurdistanê, binçavkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê û Partiya Herêmên Demokiratîk DBP'ê didome. Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê bi sedama ku HDP'yî û DBP'yiyan kiryarên dijhiqûqî kirine, bi biryara dadgehê siyasemedarên herdu partiyan binçav dikin. Cîgira Hevseroka HDP'ê Aysel Tuglukê jî ragihand ku rêveberên Tirkiyeyê gefan li partiyên wan dixwin û dixwazin partiyên wan ji holê rakin.
Cîgira Hevseroka HDP'ê Aysel Tugluk wiha got:
"Em di pêvajoyeke xeternak re derbas dibin. Bi binçavkirinan dixwazin pêşiya vîna gel bigirin. Heger rêya siyaseta demokratîk were girtin, em ê jî bi helwesteke din sekina xwe biparêzin. Serokwezîr gefan li me dixwe, lê em ê li vir bin, em bi tu cihekê ve narevin. Bi van polîtîkayan, şikestin û dilmayîn di nav civaka Kurdan de peyda dibe, divê dest ji van polîtîkayan berdin, heger wiha bikin dê Tirkiye wenda bike."
Li gorî rayedarên HDP'ê yek ji sedemên binçavkirina siyasetmedaran, danîna projeya pergala serokatiyê ye. Rêvebirên DBP'ê jî dibêjin hikûmeta AK Partiyê amadekariyên hilbijartineke pêşwext dike û dixwaze pêşiya HDP'ê û DBP'ê bigire. Cîgirê Hevserokê DBP'ê Mehmet Aslan jî amaje kir ku êdî partiya desthilatdar di heyama yek ziman, yek netewe, yek dewlet û yek zilamî de ye. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Firat Anli jî mînaka Kolombiyayê da û got; dewletên cîhanê pirsgirêkên xwe bi rêyên guftûgo û muzakereyan çareser dike lê Enqere berovajiya vê yê dike.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Firat Anli ji K24ê wiha axifî:"Bi girtina siyasetmedaran reTirkiye ber bi rewşeke xirab ve diçe. Bi girtin û tayînkirina qeyûman tu encam nayên bidestxistin…. "
Li Bakûr, di mehekê de ji bo 26 şaredariyên DBP'ê qeyûm hatin tayînkirin. Hevserok û rêveberên HDP'ê û DBP'ê jî di nav de bi sedan siyasetmedar hatin binçavkirin. 3 endam û rêveberên AK Partiyê ji aliyê HPG'ê ve hatin kuştin. Şerê di navbera hêzên PKK'ê û Dewleta Tirkiyeyê de didome. Bi van rûdanên dawîn, li bakûr her ku diçe hêviyên aştiyê qut dibin.
K24
