• Monday, 23 February 2026
logo

Sê hezar leşkerên xwebexiş ji xelkê Mûsilê dê beşdarî şerê azadkirina bajarê xwe bibin

Gulan Media October 14, 2016 Nûçe
Sê hezar leşkerên xwebexiş ji xelkê Mûsilê dê beşdarî şerê azadkirina bajarê xwe bibin
3 hezar leşkerên xwebexiş ji xelkên Mûsilê ku Tirkiyê ew rahênan kirine wê beşdarî şerê azadkirina bajarê xwe ji çekdarên DAIŞê bikin.

Ew leşker niha bi tenê 12 km ji navenda bajarê Mûsilê dûrin û di kampa Başîk de ne û gefek mezinin li ser DAIŞê, lewma gelek caran bûne armanca DAIŞê, lêbelê hêza Tirkiyê ew parastine û hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê kuştine.

Tê pêşbînî kirin ku, plana şerê azadkirina bajarê Mûsilê, di dawiya vê mehê de destpêbike, leşkerên Amerîka, Iraq û çekdarên Heşda Şebî bi dûrbûna 55 km dûrî navenda Mûsilê li Geyara bicih bûne.

Li gorî plane, wê Pêşmerge piştevaniya hêzên Iraqî ku wê ji 4 aliyan ve pêşkevin bike, lêbelê yek ji wan hêzan jî ne cengawerên xelkê Mûsilê ne.

Pêşmergeyên Kurdistanê dê li cihê ku li ser destê wan hatine azadkirin bimînin û li çend xalên din jî wê pêşrewiyê bikin, lê yek Pêşmerge jî nêzîkî navenda bajarê Mûsilê nabe.

Basnews
Top