Amerîka li dijî beşdariya PKKê di şerê li Mûsilê de ye
Amerîka li dijî beşdarbûna PKK di şerê li Mûsilê de derket û derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, welatî wî bi ti awayî piştgiriya beşdarîkirina Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) li operasyona Mûsilê de nake.
Da zanîn ku, eger Hikûmeta Iraqê rê bide PKK ku, tevlî operasyonê bibe wê demê gotineke we ya din heye.
Ji aliyeke din ve Toner tekez kir ku, welatê wî Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) weke beşek ji PKKê nabîne û bi nerîna Amerîka PKK rêxistineke terorî ye.
K24
