• Monday, 23 February 2026
logo

Misr û Iraq li dijî Tirkiyê rêkeftinekî îmze dikin

Gulan Media October 14, 2016 Nûçe
Misr û Iraq li dijî Tirkiyê rêkeftinekî îmze dikin
Iraq û Misrê li dijî Tirkiyê rêkeftinek li ser hinartin û firotina petrolê îmze kirin.

Piştî ku nakokiyên navbera Misr û Erebistana Siûdî kûr bûn, Erebistanê ji hikûmeta Misrê re ragihand ku ew êdî petrola xwe nafroşin wî welatî.

Ji ber vê yekê, Misrê bi Iraqê re rêkeftina kirîna petrolê îmze kir. Tê gotin ku Iraqê bi şertekî razî bûye petrola xwe bide Misrê ku Qahîre dijîtiya xwe li hember hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê nîşan bide.

Li gorî agahiyan, Iraq dê destpêka meha Mijdara îsal dest bi hinartina petrola xwe bo Misrê bike û rojane 1 milyon bermîl petrol bifroşe wî welatî.

Peywendiyên Tirkiye û Iraqê ji ber wê hêza Tirkiyê ye ku li devera Başîkê ya Mûsilê bicîh bûye, pir aloz bûne.

Basnews
Top