• Monday, 23 February 2026
logo

Ûca: Em nebin yek em ê herin yek bi yek

Gulan Media October 14, 2016 Nûçe
Ûca: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
Li Bakurê Kurdistanê gefên li ser siyasiyan zêde dibin. Pistî kuştina serokê AK Partî ya Piranê, polîsan avitin ser avahiyên HDP û DBPê û nêzî 200 endam û rêvebirên van partiyan hatin binçavkirin.

Li ser desteserkirina hevserok û rêvebirên HDP ê û DBPê, parlementer û şaredarên Amedê preskonferansek li darxistin.

Di konferansê de hate eşkere kirin ku tenê di nav 3 rojan de nêzî 200 hevserok û rêvebirên HDP û DBPê hatine girtin, her wisa rayedarên her du partiyan bangawaziyeke bi tevahî li gelên kurd û mûxalefeta Tirkiyeyê kirin, da ku ew ji vê rewşê re bêdeng nemînin.

Parlementera HDPê a Amedê Feleknas Ûca ji Rûdawê re got, “Ev êrîş dibe ku zêdetir bibin heta berfirehtir bibin. Ji ber wê jî divê gelê me xwedî li HDPê û parlementer û şarederiyên xwe derkeve. Em bibin yek deng û rê li qetlîam û tunekirinê bigirin. Wek Seydayê Cegerxwîn dibêje; divê em bibin yek. Eger em nebin yek emê herin yek bi yek.”

HDP û DBP ji girtinan nerazine û ew dibêjin “em tenê siyaseta sivîl dipejirînin û ev kiryarên hikumetê ji bo tunekirina mûxalefetê ye.” Li vê barê pirs e gelo çima partiya mûxalefetê ya herî xurt CHP di van rojên xirab de li gel HDPê nîne

Parlementerê HDPê yê Amedê Zîya Pîr jî wiha axivî:

“CHP partiyeke durû ye,beşekê wê mirovên demokrat û xwedî wîjdan in, beşekê din nîjadperest û xêrnexwazên Kurda ne. Îro em dibînin ku erk ketiye destê nîjadperest û xêrnexwazan.”

Ji aliyekê ve biserdagirtina partiyên wek HDP û DBP û ji aliyê din ve kuştina siyasetmedarên Kurd û rewşa awarte, her diçe gelê bakûr nîgeran dike.

Bi destpêkirina pêvajoya şer li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2400, di vê hefteyê de 194 rêvebirên HDP û DBPê hatine desteserkirin.

Rudaw
Top