• Monday, 23 February 2026
logo

Holland: Me pirsa îslamê heye

Gulan Media October 14, 2016 Nûçe
Holland: Me pirsa îslamê heye
Franiswa Holland, serokê Frensa danpêdan kir ku Frensa arêşeya îslamê heye û hoşdarî dan ku rojekê ji rojan sembola Frensa dê bibe jineka; bi burqe ve.

Ev gotinên Hollandî, bo yekem car di pertokekê da bi navê (nabe serok wesa biaxive), hatine aşkere kirin ku di çendîn hevpeyvîn û lêkolînên rojnamevanî da hatîne kom kirin.

Herwesa gotîye: eger azadî bi jina musilman bê dan ew li şûna bibe bende; dê wê yekê helbijêre ku mîna jina Frensî be.

Hevdem navhatî werzişvanên musilman yên Frensî rexne kirine û xuya kirîye ku: ew werzişvan di bê binema ne û gelek zû Frensa bicîh dihêlin ber bi welatên mîna Brîtanya ve diçin.

Aşkerebûna van gotinan dê bandorê li helwestê çendîn alîyan li Frensa bike û dê karîgerîyeka nerênî bo hilbijartinên serokatîyê yên bên li wî welatî hebe.

War.tv
Top