• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Adil Abdulmehdî kir

Gulan Media October 13, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Adil Abdulmehdî kir
Roja pênçşem 13.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Abdulmehdî siyasetmedar û serkirdeyê Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa çareseriyên ji bo yek alî kirina kêşeyan kirin. Her dû alî ji bo çareseriya giriftan tekez li ser diyalog û hevdû têgihîştina di navbera aliyan kirin.

Li beşekî dinê civînê de tîşk xistin li ser rewşa emnî û amadekariyên operasyona azadkirina Musil û li vî derbarî de hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraq û hevpeymanan bilind nirxandin.

Rudaw
Top