• Monday, 23 February 2026
logo

PKKê li Şingalê qutabxane vekiriye

Gulan Media October 13, 2016 Nûçe
PKKê li Şingalê qutabxane vekiriye
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, PKKê li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr dibistan vekiriye û tê de mejiyên zarokên Şingalê dişo û wan fêr dike dijîtiya alaya Kurdistanê bikin!

Serokê encumena bajarê Şingalê Weysî Nayîf ji heftenameya Bas re gotiye, PKKê li devera Şingalê qutabxane vekiriye. Em nizan kê wan qutabxaneyan rewa dibîne! Armanca PKKê ji vekirina wan dibistanan li Şingalê, mejiyê zarokan têk bide û wan fêrî siyaseta xwe bike.

Weysî Nayîf her wiha gotiye, gelek caran me ji xelkê Şingalê re gotiye neçin qutabxaneyên PKKê. Lê mixabin xelk diçin û PKK jî wan dixabîne.

Seorkê encumena Şingalê diyar kiriye ku ew aloziya ku ji ber hebûna hêzên ne qanûnî yên mîna PKKê çêbûye, tenê bi tiştekî çareser dibe, ew jî ew e ku Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top