• Monday, 23 February 2026
logo

Di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê de şer derket

Gulan Media October 13, 2016 Nûçe
Di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê de şer derket
YPGê ragihand, ku Artêşa Tirkiyê duh û îro bi çekên giran êrişî çeperên şervanan kiriye û di encama pevçûnan de 1 leşkerê Tirkiyê birîndar bûye.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wê ya fermî hatiye belavkirin, ragihand ku Artêşa Tirkiyê li sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê li dijî hêzên wan êriş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Artêşa Tirkiyê li sînorê her du bajarên Amûdê û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê êrişî çeperên şervanên YPGê kiriye.

YPGê da xuyakirin, êriş di rojên duh 11ê Cotmehê û îro 12ê Cotmehê de rû dane.

Li gorî vê daxuyaniyê, leşkerên Tirkiyê duh saet 22.00an li gundê Tilkeyfê yê girêdayî Amûdê êrîşî şervanên YPGê kirine.

YPGê herwiha diyar kiriye, ku îro jî Artêşa Tirkiyê li gundê Birkinis ê ser bi Dirbêsiyê ve bi çekên giran êrişî ser çeperên şervanan kir.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, ku şervanên YPGê jî bersiv dane gulebarana leşkerên Tirkiyê.

YPGê destnîşan kir, ku di encama pevçûnan de, 1 leşkerê tirk birîndar bûye.

Rudaw
Top