• Monday, 23 February 2026
logo

Pêşmerge li benda amadekarîyên hêzên Îraqê ye

Gulan Media October 13, 2016 Nûçe
Pêşmerge li benda amadekarîyên hêzên Îraqê ye
Serokê lîjneya ragîhandina serbazî li wezareta pêşmerge bo War ragehand: hêzên pêşmerge bo maweyê çend mehane di amadebaşîyê dane bo destpêkirina operasyona kontrolkirina bajêrê Mûsilê.

Serokê lîjneya ragehandina serbazî û berpirsê ragehandin û hoşyarîya nîştîmanî li wezareta pêşmerge Emîd Helgurd Hikmet bo War got: pêşmerge ji hemû alîyan ve berhevin û li benda hêzên êmnahîya Îraqêne heta amadekarîyên wan bi dawî tên û dighêjin xala dawî bo hatîye destnîşan kirin.

Got jî: ew neşê bêje dê îro yan sibê operasyona Mûsilê dest pêbike, lê kengî hêzên Îraqê li cihên xwe cêgirbûn, dê jivanek bo destpêkirina operasyona Mûsilê bê danan.

Emîd Helgurd da zanîn, gelek caran bi awayekê ne berpirsane zanyarîyên serbazî belav dibin, zîyanê bi pêşmerge dighînin, got jî lîjneyeka serbazî bi hevpişkî digel hêzên hevpeyman û supayê Îraqê li dor operasyona Mûsilê hatîye danan, li herêmê ew serokê wê ye, rojane dê daxuyanîya serbazî hebe, eger pêdvî jî bû dê prês konferans bên sazkirin.

War.tv
Top