• Monday, 23 February 2026
logo

Rojava - Rêxistineke navdewletî serdana girtiyên ENKSê kir

Gulan Media October 13, 2016 Nûçe
Rojava - Rêxistineke navdewletî serdana girtiyên ENKSê kir
Nûnerê Rêxistina Gelên di Bin Gefan de yê Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo serdana hejmarek girtiyên ENKS di zîndanên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.

Dr. Kemal Sîdo diyar kir, ew bi nûneratiya Rêxistina Gelên di Bin Gefan de, ji rewşa girtiyên Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) dipirse li ser rewşa wan diraweste.

Kemal Sîdo herwiha soz da, ku ew di hewlên serbestberdana wan girtiyên siyasî de berdewam be.

Nûnerê Rêxistina Gelên di Bin Gefan de bang li Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir ku endamên ENKSê ji zîndanan serbest berde.

Rudaw
Top