• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Iraqê di nav axa Kurdistanê de dest bi teqekirinê kir

Gulan Media October 13, 2016 Nûçe
Artêşa Iraqê di nav axa Kurdistanê de dest bi teqekirinê kir
Karwaneke Artêşa Iraqê ku bo beşdarbûn di şerê girtina Mûsilê de, di nav axa Herêma Kurdistanê re ber bi Mûsilê ve diçû, dema ku ji navçeya Xebatê derbas dibûn, teqeyeke zêde kirin, ku ew yek jî xelkê herêmê dilgiran kir.

Îşev karwaneke din a Artêşa Iraqê di rêya axa Herêma Kurdistanê re ber bi derdora Mûsilê birêket, da ku tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.

Di dema derbasbûna karwana Artêşa Iraqê li navçeya Xebatê de, leşkerên iraqî dest bi teqekirinê kirin û gelek gule reşandin.

Welatiyekî bajarokê Kelek ku şahidhalê bûyerê bûye, ji peyamnêra Rûdawê Nalîn Berwarî re axivî û wiha behsa bûyerê kir:

“Dema derbasbûna hêza Artêşa Iraqê, xelkê Şebek ên deverê, bo pêşwazîkirinê û nîşandana kêfxweşiya xwe li hember hatina wê hêza Artêşa Iraqê, derketin ser cadeyan. Leşkerên Artêşa Iraqê di bertekê de, bo nîşandana keyfxweşiya xwe dest bi teqekirinê kirin, ku gelek zêde bû û bi rastî em dilgiran kirin û bû cihê dilgiraniya xelkê Kelekê.”

Derbarê berteka hêzên ewlehiyên yên Herêma Kurdistanê de jî, wî şahidhalê bûyerê ji Rûdawê re got: “Teqekirin gelek zêde bû, lê belê hêzên ewlehiyê yên deverê, yên weke polîs û asayişê ti bertek nîşan nedan. Ev gulleberdan bûye cihê dilgiraniya akinciyên Kelekê.”

Operasyona kontrolkirina Mûsilê pir nêzîk bûye û hêzên Artêşa Iraqê ji navenda wî welatî ve bi rêya axa Herêma Kurdistanê ve berê xwe didin Mûsilê.

Di operasyona Mûsilê de, Artêşa Iraq, Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bi serpireştiya Amerîka dê beşdar bibin.

Rudaw
Top