“YNKê û Gorran astengiyan dixin pêşiya komîteya eşkerekirina dahatê Silêmaniyê”
Îro 12 Cotmehê, Serokê Firekesyona PDKê di Encûmena PArêzgeha Silêmaniyê de Ziyad Kake Reza ji BasNes re ragehand: “Serokatiya encûmena parêzgeha Silêmaniyê ligel serokên firekesyonana civiya, biryar da ku komîteyekê jibo eşkerekirina dahatê Silêmaniyê durustbike, me ji wî re got heger komîte fireh be wê karê wê têkbiçe.”
Herwiha eşkere kir ku, kesî daxwaz ji PDKê nekiriye ku beşdarî wê komîtê bibe û got: “Kesî ji me re negotiye beşdarbin heta em bêjin na, YNKê û Gorran astengiyan dixin pêşiya komîteyê û eger heye heftiya bê guhertin di komîtê de çêbibe.”
Ev yek di demekê de ku, li ser zimanê endamekî encûmena parêzgeha Silêmaniyê hatibû belavkirin ku, PDKê astengiyan dixe pêşiya karê komîteya navborî.
Berî demekê heftnameya Bas belavkiribû ku gendelî derbarê dahatê Silêmaniyê de ji aliyê YNKê ve heye, حهvborî.
iyan dixe pêşiya karê Knê endamekî encûmena parêzgeha Silêmaniyê hatibû belavkirin ku, PDKê astengiyan dixe piştre jî Serokê Liqê Silêmaniyê yê Banka Navendî ya Herêm ragehand ku, dahatê Silêmaniyê li Silêmaniyê xercdibe û naçe Hewlêr, lêbelê çavdêr dipirsin dahatê Silêmaniyê çawa û jibo berjewendiya kê tê xerckirin.?pêşiya karê
basnews
