Gerîlayên PJAKê: 26 Pasdarên Îranê hatine kuştin
Li gor ragihandina baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) hêzên wê di 3 operasyonan de li bajêrê Serdeşt û devera Candaran ya Serdeşt û gundê Gulçîr yê ser bi devera Merîwanê ve, êrîşî ser bingehên artêşa Pasdarên Îranê kirine, di encamê de jî 26 Pasdar kuştine û bi dehên din jî birîndar kirine.
Baskê leşkerî yê PJAKê tekez kiriye, ew 3 operasyon ji bo tolhildana wan 12 gerîlayên wan bûne, ku di heyama derbasbûyî de ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve li parêzgeha Kirmaşanê hatibûn şehîdkirin.
Herwiha Baskê leşkerî yê PJAKê hişyarî jî da hêzên Îranê, heger berdewamiyê bi êrîşên xwe bikin, wê bi tundî bersivê wergirin.
K24
