Demîrtaş diçe Yûnanîstanê
Şanda HDPê ya bi serokatiya Hevserokê wê Selahedîn Demîrtaş, Cîgira Hevserokên HDPê Fatma Kurtulan û Endamê Komîsyona Peywendiyên derve ya HDPê Nezmî Gur li ser daxwaza Partiya SYRÎZA ya serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksîz Çîpras sibe serdana Yûnanîstanê dikin.
Şanda HDPê wê tevlî kongreya duyemîn a SYRÎZA bibe.
Hevserokê HDPê wê di vekirina kongreya SYRÎZA de gotarekê pêşkêş bike. Piştre jî şanda HDPê dê ligel şanda Syrîza bicive.
Şanda Partiya SYRÎZA jî 25ê Gulana 2015 tevlî mîtînga HDPê ya li bajarê Îzmîr ya Tirkiyê bûbû.
K24
