Kurdên li Rûsyayê daxwaza Yekîtî ji Kurdan dikin
Li gorî nûçyeke Kurdistan24ê Kurdên li herêma Stavrepol a Rûsyayê ji bo hemû Kurdan û aliyên siyasî yên Kurd bangewaziya yekîtiyê kirin û ji Herêma Kurdistanê xwestin ku referandûma serxwebûnê bi erênî derbas bikin.
Kurdekî ji wan Kurdên herêma Stavrepolê anî ziman ku bila hemû Kurd bibin yek û bang li Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, da ku referandûmê lidar bixe û serxwebûnê rabigihîne.
Her wiha jineke Kurd a mamoste jî bal kişand ser ziman û çanda Kurdî û ji hemû Kurdan xwest çand û zimanê xwe hînê zarokên xwe bikin û got "ger ku em bi Kurdî xeber nedin zarokên me wê zimanê xwe ji bîr bikin, ger ku zarokên me zimanê xwe nizanibe neviyên me wê qet nizanibe."
Stavrepol herêmeke ji herêmên Rûsyayê ye û tê diyar kirin ku zêdetirî 15 hezar Kurd li herêma Stavrepolê dijîn.
