Brett Mcgurk: Derfeteke mezin û dîrokî li pêş Kurda ye
Nûnerê Taybetê Serokê Amerîkayê Barack Obama Brett McGurk di panelekî li Newyorkê de ragehand, hêzên kurd di sala 2014’ê de Tirkiye razîkirin ji bo ku Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Kobanê bibin û wê demê jî dema yekgirtina hemû aliyên Kurdistanê bû.
Herwaha li gor McGurk metirsiya DIŞIê li ser Kurdistana başûr kêm bûye û ev yek jî bûye sedema nakokiyên navxweyî yên Kurdistana başûr zêde bibin û sê aliyên siyasî yên serekî li Kurdistanê wekî ku bi şûr û tîr li hember radiwestin û xwe li hember yek tûj dikin û wa saleke tu civînek li gel yek pêkneanîne.
Nûnerê Taybet ê Obama diyar kir ku her çend kurd xwedî derfetekî dîrokî yê pir mezin jî bin, li gel yek pir nakokin û parçe parçe ne.
