• Monday, 23 February 2026
logo

YPG: Artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî Girê Spî dike

Gulan Media October 12, 2016 Nûçe
YPG: Artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî Girê Spî dike
YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Artêşa Tirkiyeyê, terorîstên DIŞIê û komên girêdayî koalisyona Sûriyeyê bi çekên giran êrişî Girê Spî dikin û YPGê bersiv da û di encama terorîstekî girêdayî koma koalîsyonê hatiye kuştin.

Navenda çapemeniya YPGê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera xwe belav kiriye diyar kir ku êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li dijî Rojavayê didomin û bi çekên giran gundên Girê Spî topbaran kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya van êrîşan de îro saet 06.30an de Artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran û çekên navîn êrîş birine ser çeperên hêzên YPGê yên gundê Xinêteayê yê giredayî Girê Spî.

Hêzên YPGê jî di heman astê de bersiva êrîşên Artêşa Tirkiyeyê daye. Ji aliyê din ve, di saetên nîvroyê yên 10ê Cotmehê de terorîstên DIŞIê bi çekên giran êrîş birine ser gundê Kurdîşanê ku dikeve rojhilatê başûrê Bendava Tişrînê ya giredayî Kobaniyê.

Herwiha terorîstên giredayî Koalisyona Sûrî jî îro danê siharê hewl daye li dijî taxa Şêxmeqsûdê ya Halebê êrîşekê pêk bînin. Êrîşê ji milê Fabrîqeya Şikeyfê ve hatiye kirin û şerekî kurt çêbûye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, terorîstek di vî şerî de hatiye kuştin.
Top