• Monday, 23 February 2026
logo

Mîlîsên şîe bi çekên giran hatin Kurdistanê!

Gulan Media October 12, 2016 Nûçe
Mîlîsên şîe bi çekên giran hatin Kurdistanê!
Ji bo beşdarîkirina operasyona Mûsilê, hêzekî Heşda Şeibî gihiştine sînorê qezaya Şêxana Duhokê û biryare ev hêz li Bendava Mûsilê bicîh bibe.


Çavkaniyekî agahdar ji navçeya Şêxanê ji Rûdawê re ragihand, “Demijimêr 22.00ê şeva 11ê Cotmehê, zêdetirê 30 otomobîlên barhilgir ên çekên giran û hejmareke zêde yê çekdarên şîe gihiştine sînorê Şêxanê.

Çavkaniya Rûdawê got, “Vê hêzê ala Iraqê, alayên Îmam Husên û Heşda Şeibî bilindkiribûn. Dema di nava komalgeha Çire re derbabûn dirûşmên ‘Mûsil-Mûsil ve em hatin’ diqêriyan. Biryare ev hêz derbasê Bendava Mûsilê bibe.”

Hate gotin ku îro danê sibê jî hêzekî Artêşa Iraqê ku zêdetirî 200 otomobîlên leşkerî yên Hummer û tankan gihiştine Bendava Mûsilê.

Rudaw
Top