Mîlîsên şîe bi çekên giran hatin Kurdistanê!
Çavkaniyekî agahdar ji navçeya Şêxanê ji Rûdawê re ragihand, “Demijimêr 22.00ê şeva 11ê Cotmehê, zêdetirê 30 otomobîlên barhilgir ên çekên giran û hejmareke zêde yê çekdarên şîe gihiştine sînorê Şêxanê.
Çavkaniya Rûdawê got, “Vê hêzê ala Iraqê, alayên Îmam Husên û Heşda Şeibî bilindkiribûn. Dema di nava komalgeha Çire re derbabûn dirûşmên ‘Mûsil-Mûsil ve em hatin’ diqêriyan. Biryare ev hêz derbasê Bendava Mûsilê bibe.”
Hate gotin ku îro danê sibê jî hêzekî Artêşa Iraqê ku zêdetirî 200 otomobîlên leşkerî yên Hummer û tankan gihiştine Bendava Mûsilê.
Rudaw
