• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî bo Erdogan: Emê axa xwe bi zendên xwe rizgar bikin ne bi Skype’ê

Gulan Media October 12, 2016 Nûçe
Ebadî bo Erdogan: Emê axa xwe bi zendên xwe rizgar bikin ne bi Skype’ê
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva daxuyaniya îro ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da.

Li ser mijara hebûna leşkerên Tirkiyê di nav axa Iraqê de û herwiha beşdarbûn an jî beşdarnebûna wan hêzan di şerê Mûsilê de, nakokiyek tund di navbera Bexda û Enqerê de derketiye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di kongreya welatên îslamî de ku li Stenbolê birêve çû, bi tundî li hember gotinên pêştir ên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku gotibû; “em rê nadin Tirkiye beşdarî şerê Mûsilê bibe û em şîretê li Artêşa Tirkiyê dikin, li qereqola xwe bimînin û dernekvin”, bertek nîşan dabû.

Erdogan ragihandibû, ku Ebadî ne di asta wî de ye û Artêşa Tirkiyê de jî ne di wê astê de ye, ku bi gotinên Ebadî paşve vekişe.

Erdogan herwiha ji Ebadî re gotibû, ku hedê xwe bizane.

Li hember wan gotinên Erdogan, îro Serokwezîrê Iraqê di rûpela xwe ya di tora civakî ya Facebookê de bersivek tund da Erdogan.

Heyder Ebadî bi zimanekê rexneyî ragihand, ku rast e ew ne weke Serokomarê Tirkiyê ye û soz da ku iraqî axa xwe rizgar bikin.

Ebadî wiha nivîsandiye : “Teqes em ne hevtayê te ne (ne weke te ne). Emê axa me bi zend û baskên zilamên xwe rizgar bikin, nek bi Skype’ê.”

Ev gotina Ebadî amaje bi şeva kûdetaya 15ê Tîrmeha îsal a li Tirkiyê ye, ku di wê şevê de piştî ku beşek ji Artêşa Tirkiyê dest bi hewla kûdetayê kir, Erdogan bi rêya mobaylê û torên civakî bi televizyona CNNturk re axivî û peyamên xwe ji xelkê Tirkiyê re şandin û daxwaz ji xelkê kir, ku derkevin ser cadeyan û li dijî kûetayê bisekinin.

Pêştir Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildiri jî li hember gotinên pêştir ên Ebadî bertek nîşan dabû û gotinên Ebadî bi komêdî bi nav kiribû.

Yildirim ragihandibû, ku leşkerên Tikriyê dê li Başîkê bimînin.

Rudaw
Top