Rayedarekî Gorran: Heta niha yek jî ji xalên rêkeftina Gorran û YNKê nehatiye cîbicîkirin
Rayedarê Gorranê li Hewlêrê Ebdulrehman Muhendis li malpera xwe di tora civakî Facebook nivîsiye: “Piştî 5 mehan ji rêkeftina di navbera YNKê û Gorran de heta niha yek made ji 25 madeyên rêkeftinê nehatiye cîbicîkirin, ev yek jî bi wateya wê yekê tê ku rijdî di biryara siyasî de nîne, wek tê gotin heyv ji êvarê de xuya dike, lewma divê ev yek were yekalîkirin.”
Herwiha nivîsiye: “Di dema ku xelik gihştin wê asat ku nema dikarin tehemul bikin, rêkxerê giştî yê Gorranê di dawiya gotina xwe de di merasîma imzekirina rêkeftinê de got, Îbret di cîbicîkirinê de ye.”
Basnews
