• Monday, 23 February 2026
logo

Rayedarekî Gorran: Heta niha yek jî ji xalên rêkeftina Gorran û YNKê nehatiye cîbicîkirin

Gulan Media October 12, 2016 Nûçe
Rayedarekî Gorran: Heta niha yek jî ji xalên rêkeftina Gorran û YNKê nehatiye cîbicîkirin
Rayedarekî Tevgera Gorran (Gorran) rexne li şêweyê cîbicîkirina rêkeftina Debaşan dinavbera Gorran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de dike eşkere dike ku, piştî 5 mehan hîna jî ti xalek nehatiye cçbicîkirin.

Rayedarê Gorranê li Hewlêrê Ebdulrehman Muhendis li malpera xwe di tora civakî Facebook nivîsiye: “Piştî 5 mehan ji rêkeftina di navbera YNKê û Gorran de heta niha yek made ji 25 madeyên rêkeftinê nehatiye cîbicîkirin, ev yek jî bi wateya wê yekê tê ku rijdî di biryara siyasî de nîne, wek tê gotin heyv ji êvarê de xuya dike, lewma divê ev yek were yekalîkirin.”

Herwiha nivîsiye: “Di dema ku xelik gihştin wê asat ku nema dikarin tehemul bikin, rêkxerê giştî yê Gorranê di dawiya gotina xwe de di merasîma imzekirina rêkeftinê de got, Îbret di cîbicîkirinê de ye.”

Basnews
Top