• Monday, 23 February 2026
logo

Li Minbicê êrişa xwekujî: 11 kuştî û 9 birîndar

Gulan Media October 12, 2016 Nûçe
Li Minbicê êrişa xwekujî: 11 kuştî û 9 birîndar
Li navçeya Minbicê ya Helebê êrişeke xwekujî pêk hat û di encamê de 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku do li gundê El-Maşî yê bi ser navçeya Minbicê ve êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî pêk hat.

Di encama êrişa xwekujî de, 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûne ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

Ji aliyê din ve, hîn ti aliyî berpirsyariya xwe li ser êrîşê ranegihandiye û lêpirsîn ji bo êrîşê hatiye destpêkirin.
Top