Li Minbicê êrişa xwekujî: 11 kuştî û 9 birîndar
Çavkaniyên herêmî ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku do li gundê El-Maşî yê bi ser navçeya Minbicê ve êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî pêk hat.
Di encama êrişa xwekujî de, 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûne ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.
Ji aliyê din ve, hîn ti aliyî berpirsyariya xwe li ser êrîşê ranegihandiye û lêpirsîn ji bo êrîşê hatiye destpêkirin.
