• Monday, 23 February 2026
logo

Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne

Gulan Media October 11, 2016 Nûçe
Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne
Bi mebesta yekemîn salvegera Qetlîama Gara Enqereyê li ber Garê bernameya bîranînî hate lidarxistin. Di bernameyê de Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş axivî û wiha got: "Ev desthilatdariya hov wê biçe, ji bilî copê di dest de tiştekî din nema.
Demirtaş di axavtina xwe de kesên jiyana xwe ji dest dane bi rehte bibîranî û wiha got: "Îro destûrê nadin lê wê rojek were, em ê bi sed hezaran re bîranînê pêk bînin. Ev desthilatiya hov wê biçe. Ji bilî copê di dest de tiştekî din nema." ‘
Demirtaş bertek nîşanî astengkirinê da û got ku "Wê walî biçe lê malbat nikaribin biçin. Ev qeşmertiye. Fatoreya vê zilmê wê ji desthilatdariya siyasî re bê derxistin. Ne dema tirsê ye.
Ji mirinê wêdetir tiştek nîne. Me deyn da. Heke ku deynê me yê can ji bo gelê me hebe em ê wî jî bidin. Zarokên berxwedêr ên gelê kurd û tirk wê biserkevin.
Wê mîrateya aştiyê ya wan mirovên aştîxwaz ku wê rojê li vir mirin bicî bê.
Top