• Monday, 23 February 2026
logo

Şêniyên Şewhbayê ji ber artêşa Tirkiye û çekdarên hevpeymanên vî koç dikin

Gulan Media October 11, 2016 Nûçe
Şêniyên Şewhbayê ji ber artêşa Tirkiye û çekdarên hevpeymanên vî koç dikin
Şêniyên herêmên Şehbayê ji ber dagirkeriya Tirkiyê, berê xwe didin Efrînê.
Ji 25′ê Gulanê ve şêniyên herêmên Bab, Raî, Dabiq û Cerablus ên di bin dagirkeriya çeteyên DIŞI û Koaliysona Niştîmanî ya Sûriyê de ne, koçî Kantona Efrînê dikin.
Piştî ku Tirkiyê Bakurê Sûriyê dagir kir, koçberiya ber bi Kantonê ve zêde bû. Di herdû rojên derbasbûyî de, zêdetirî 3 hezar û 500 sivîl ji wan herêman, derbasî kantonê bûn.
Endamê Hêzên Asayîşê yê li ser benda kontrolê ya li ketina rojhilatî gundê Qetma yê navçeya Şera Fîras Mihemed da zanîn ku pêla koçberiya ber bi kantonê ve, roj bi roj zêdetir dibe.
Bi zêdebûna pêla koçberiyê re, Hêzên Asayîşê û Rêveberiya Efrînê tedbîrên ewlehiyê û amadekariyên pêşwazîkirina koçberan zêde dikin, da koçberan pêşwazî bikin û destek bidin wan.
Top