Hişyariyek tund da Hewlêrê: Kurd li Bexdayê tiştekê bi dest naxin
Serokê Fraksyona Komela Îslamiya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de, Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Ez piştgiriya firotina serbixwe ya petrola Kurdistanê dikim, çimku bi vegera bo Bexdayê, Kurd tiştekê bi dest naxe.”
Ehmed Hacî Reşîd herwiha bo piştgîrîkirina ji firotina petrola Kurdistanê bi şêweyeke serbixwe merc diyar kir û got: “Bi vê mercê ku proseya firotina petrola Kurdistanê şefaf û zelal be.”
Hacî Reşîd ku hevdem Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ye, behsa xerckirina dahata petrola Kurdistanê di egera radestkirina petrolê bi Bexdayê de kir û da xuyakirin: “Eger Herêma Kurdistanê petrola xwe radestî Iraqê bike, %30ê dahata wê dê bo Hikûmeta Iraqê û Dezgeha Şehîdan a Iraqê be, bêyî ku şehîdên Kurdistanê li xwe bigire. Herwiha dê li şûna wê deynê were dan ku Iraqê wergirtiye.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Serokê Fraksyona Komela Îslamiya Kurdistanê destnîşan kir, beşeke din ji dahata petrola Kurdistanê jî dê li berdêla wan çekan bê dan ku Iraqê pêştir kirrîbûn û li dijî Kurd bi kar anîbûn.
Ehmed Hacî Reşîd li ser mijara qutkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê rexneyên tund li Bexdayê girt û got: “Ji aliyê exlaqî ve nedibû ku Bexda karmendên Herêma Kurdistanê ceza bike, çimku ew jî hevwelatiyên Iraqê ne.”
Serokê Fraksyona Komela Îslamiya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de herwiha da zanîn: “Niha Hikûmeta Iraqê 81 milyar dolar deyndrar e.”
Rudaw
