Serokê şaxa AKPê yê navçeya pîran hat kuştin
Şeva borî li cihê karê xwe Serokê Şaxa AK Partî yê navçeya Pîrana Diyarbekirê Deryan Aktert rastî êrişa komek ji çekdaran hat û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li gor medyaya Tirkiyê êrişkar pişt re bi otombêlê li cihê bûyerê dûr ketin.
Parlamenterê AK Partî yê Diyarbekirê Ebubekir Bal da xuyakirin, par jî êriş li benzînxaneya Aktert hatiye kirin û fikra wan ew e ku, êriş ji hêla PKK'iyan ve hatiye kirin.
Duh jî, Aydin Mûştû Cîgirê Serokê Şaxa Qelqeliya Wanê yê AK Partî di encamê êrişek de hatibû kuştin. Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyek nivîskî berpirsiyariya xwe ya kuştina Mûştû ragehand ku ji ber cîgirtiya qeyûman kiriye hatiye armanckirin.
K24
