• Monday, 23 February 2026
logo

Bi dehan HDPyî û DBPyî hatin desteserkirin

Gulan Media October 11, 2016 Nûçe
Bi dehan HDPyî û DBPyî hatin desteserkirin
Li Amedê bi dehan berpirs û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk hatin desteserkirin.

Li navçeyên nevendî yên Amedê polîs û tîmên taybet bi awayekî hemwext serê sibê bi ser gelek malan de girtin.

Peyamnerê Rûdawê li Amedê Mehdî Mutlu ragihand li Amedê di encama serdegirtina malan de zêdetirî 50 endam û berpirsên HDP û DBPê hatin destesrkirin.

Peyamnêrê me da zanîn di nava kesên hatin desteserkirin de Hevserokên HDPê yên Amedê Cebar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBPê ya Amedê Hafîze Îpek jî hene.

Operasyona bi serdegirtina malan de îro berbanga sibê dest pê kir û kesên hatine girtin birin Rêveberiya Polîsan a Amedê.

Rudaw
Top