Bi dehan HDPyî û DBPyî hatin desteserkirin
Li navçeyên nevendî yên Amedê polîs û tîmên taybet bi awayekî hemwext serê sibê bi ser gelek malan de girtin.
Peyamnerê Rûdawê li Amedê Mehdî Mutlu ragihand li Amedê di encama serdegirtina malan de zêdetirî 50 endam û berpirsên HDP û DBPê hatin destesrkirin.
Peyamnêrê me da zanîn di nava kesên hatin desteserkirin de Hevserokên HDPê yên Amedê Cebar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBPê ya Amedê Hafîze Îpek jî hene.
Operasyona bi serdegirtina malan de îro berbanga sibê dest pê kir û kesên hatine girtin birin Rêveberiya Polîsan a Amedê.
Rudaw
