• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamenterekî HDPê eşkere kir: Qendîl razî ye Barzanî PKK û Tirkiyê nêzîkî hev bike

Gulan Media October 11, 2016 Nûçe
Parlamenterekî HDPê eşkere kir: Qendîl razî ye Barzanî PKK û Tirkiyê nêzîkî hev bike
Parlamenterekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî razî bûye PKK û Tirkiyê nêzîkî hev bike.

Dawiya meha Îlona îsal, şandeke HDPê bi serokatiya hevserokê wê partiyê Selahedîn Demîrtaş serdana Kurdistana Başûr kiribû. Wê şandê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rayedarên din ên Kurdistanê her wiha partiyên siyasî re hevdîtin kiribû.

Derheqê wê serdanê de bi taybet hevdîtina şanda HDPê bi Barzanî re, parlamenterê Amedê yê HDPê Îmam Taşcîer ji rojnameya “BasHaberê” re axivî. Îmam Taşcîer diyar kir ku serdana wan bo Başûr û ragihand, Barzanî di wê serdanê de razî bû ku di navbera PKK û Tirkiyê de navbeynkariyê bike û her du aliyan nêzîkî hev bike da ku şer nemîne.

Wî parlamenterê HDPê, ku endamê şanda HDPê jî bû, her wiha got, rast e Selahedîn Demîrtaş gotibû ku armanca me ji serdana Başûr ew e ku deriyê diyalogê di navbera kurdan de were vekirin û partiyên Başûr jî kêşeyên xwe çareser bikin. Lê di heman demê de me behsa rewşa Kurdistana Bakûr jî kir, bi taybet me behsa wan êşên kurdên Bakûr kir ku ji ber şer hatiye serê wan. Barzanî jî razî bû navbeynkariyê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser serdana şanda HDPê bo Kurdistana Başûr gotibû,, emê jî şandekê bişînin Herêma Kurdistanê. Wî parlamenterê HDPê li ser wê daxuyaniya Erdogan jî got, ew daxuyaniya Erdogan bo nêzîkbûna HDP û AKPê girîng e.

Îmam Taşcîer destnîşan kir ku tevahiya partiyên Başûr bersivek erênî dan wê însiyatîfa HDPê û got, dema em bi Barzanî re rûniştin em pê hesiyan ku kêşe dê ber bi çareseriyê ve biçin.

Dihat gotin ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, bi rêya şanda HDPê re namyek ji Barzanî re û nameyek jî ji Qendîlê re şandiye lê Îmam Taşcîer ew nûçe û agahiyana derewand û got, eger Ocalan ji Barzanî re name şandiba birayê Ocalan dema ji Îmraliyê vegeriya dê behsa wê namê bikira.

Li gorî wî parlamenterê kurd, divê dewleta Tirkiyê gavekî bo aştiyê gavekî bavêje û PKK jî bersiva wê bide lê dewlet ti karekî nake.

Îmam Taşcîer wan gotegotên ku dibêjin Qendîl li dijî hewlên Barzanî bo navbeynkariya PKK û dewletê ye, rast nabîne û dibêje, berovajî wan gotegotan, Qendîl bi çavekî erênî li hewlên Barzanî dinêre. Qendîl ti carî li dijî rola Barzanî di vê mijarê de nîne.

Derheqê daxwaziyên Barzanî ji HDPê de jî wî parlamenterê HDPê got, Barzanî daxwaz kir ku şerê Bakûr di demek kurt de were sekinandin, divê HDP jî çi ket ser milê wê, bo sekinandina şer bike. Barzanî diyar kir ku ew amade ye bo xilasbûna şer, çi ji destê wî were, bike.

Îmam Taşcîer eşkere kir ku Barzanî daxwaz kiriye peywendiyên PKK û PDKê baş bibin û sarbûna ku navbera wan de heye, nemîne. Ji ber ku niha yekbûna kurdan pir pêwîst e û hebûna nakokiyan di navbera PKK û PDKê de bi xêr û sûda ti kurdekî nîne.

Basnews
Top