Rûsya: Em amade ne hevkariyê ligel Amerîkayê bikin
Di çarçoveya beşdariya wî di dîdara leşkerî ya salan e ya li derbarê pirên ewlehî û parastinê li Çînê tê li darxistin Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Anatolî Antonov amadekariya welatê xwe derbarê kirîza Sûriyê de hevkariyê ligel Amerîkayê bike ragehand.
Antonov da zanîn ku, welatê wî dê li ser şerê li dijî terorê û li ser rawestandina şerê navxweyî yê li Sûriyê berdewam be, herwiha xemgîniya xwe derbarê rewstandina hevkariya Amerîkayê ligel welatê wî derbarê Sûriyê nîşanda.
Her wiha Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê tekez kir ku, biryara Amerîka rawestandina hevkariya li gel Rûsya tenê di berjewendiya terorîstan de ye.
Piştî hilweşandina agirbestê, Rûsya û rejîma Sûriyê êrîşên xwe li ser bajarê Helebê tundtirkirin û bi sedan kes hatin kuştin, Amerîkayê jî weke karvedanekê hevkariya xwe bi Rûsyayê re rawestand.
K24
