Binali Yildirim: Bila Iraq bibe dewlet piştre bila rexneyan li Tirkiye bike
Li gorî nûçeyek malpera Turkish Minuit Binali Yildirim ragehand: “Hikûmeta Bexda bê denge beramberî çend welatan ku pêwendiya wan bi navçeyê nîne û hêzên xwe dişînin Iraqê, lêbelê dema Tirkiyê hêza xwe şand Iraq rabû ser pê.”
Herwiha gotiye: “Ewên behsa hêza Tirkiyê li Iraqê dikin, bila biçin welatê xwe biparêzin, herwiha divê bizanin wateya welat çiye berî rexneyan li Tirkiyê bikin.”
Serokwezîrê Tirkiyê di gotarekê de ku wê arasteyî berpirsên Iraqê dike dibêje: “Heger ew dê berdewam bin di vê rewşê de ligel terorîstan, alîkariyê qebûlnekin jibo çareseriya aloziyan, em dê tadabîrên xwe jibo parastina sînor û canê welatiyên xwe bistînin.”
Basnews
