Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyê Erîşa Şemzînanê şermizar kir
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyê li ser tora civakî ya tweetterê de, bi peyamekî êrîşa Şemzînanê ya ji aliyê PKKê ve hatî kirin şermezar kir û ji PKKê xwest êrîşên xwe yên li dijî leşker û hemwelatiyên Tirkiyê rawestîne.
PKK li navçeya Colemergê Şemzînanê li ser xala kontrolê ya binkeya Dûrê çalakiyekî teqandinê pêkanîbû û di encamê de 10 leşkerên Tirkiyê û 8 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.
Basnews
