Rêveberekî Komel: Nabe li gel PDKê peyvendiyên me wek naha qutbin
Îro 10.10.2016ê endamê rêveberiya Komela Îslamî ya Kurdistanê Zana Rostayî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nabe Komel û PDK li yek dûrbikevin û her aliyekî ew yek pêkanîbe xelete, di siyasetê de derî daxistin û dûrketin li yek xelete, divê peyvendî her hebe di navbera aliyan de.’’
Herwaha got, her dû alî tu pêngavekê na avêjin û diyar kir: ‘’Bi taybet serdana vê dawiyê ya şandeya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku daxwaz ji Komel jî hate kirin ku beşdariyê li şandeyê bike, lê Komel beşdar nebû, herwaha carên wisa hene ku Komel daxwaz ji PDKê kirine, lê PDKê pêkne anîne, bi awayekî qutbûna peyvendiyan di navbera Komel û PDKê de pêkhatiye, lê sûd ji bo tu aliyekî nake û ji bo berjewendiyê giştî baş nîne û xêr tê de tuneye.’’
Rudaw
