Pûtin li Tirkiyê ye
Firokeya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Firokxaneya Ataturkê ya Stenbolê danî û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli û Parêzgerê Stenbolê Vasif Şahin pêşwaziya kir.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gihîşt Stenbolê û biryar e beşdare Kongreya Enerjî ya Cihanê bibe û dê pişt re bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê bike.
Vladimir Pûtîn dê li Kongreya Enerjî ya Cihanê gotarekê pêşkêş bike û paşî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.
Serokê Rûsyayê Pûtîn, herî dawî di Mijdara 2015an ji bo Zîrweya G20ê serdana Tirkiyeyê ya bajarê Antalyayê kiribû
Rudaw
