Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir
Di vê peyamê de ku wêneyekî ji BasNewsê re jî hatiye şandin de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serxweşî li malbat û kesûkar û peyrewên terîqeta Neqişbendî kir û hemxemiya xwa anî ziman.
Daxuyanî waha ye:
Peyama hemxemiya serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawî ya Şêx Teha yê Neqişbendî.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata birêz a Şêx Seyîd Teha Neqişbendî, mixabin nûçeya koça dawî ya cenabê Şêx Seyîd Teha Neqişbendî, ku kesayetekî navdar, olî û civakî ya Kurdistanê ye û Pîr û Murşîdê terîqeta Neqişbendî geheşte min û ez pê gelek xemgînim.
Ji ber vê bûyera xemgîn ez serxwaşiyê xwe ji we malbata birêz û tekoşer û hemû kesûkar û nasyar û muridên terîqeta Neqişbendî dikim û xwe we beşdar û şirîkê xemên we dibînim.
Ez hêvîdarim xema we ya dawî be û xwedêyê mezin bêhnfirehiyê ji hemû aliyekê re bibexşe.
Mesûd Barzanî
10.10.2016
