• Monday, 23 February 2026
logo

Konsilê Fransa li Hewlêrê: Fransa şehnaziyê bi Pêşmergeyên Kurdistanê dike

Gulan Media October 10, 2016 Nûçe
Konsilê Fransa li Hewlêrê: Fransa şehnaziyê bi Pêşmergeyên Kurdistanê dike
Malpera fermaî ya Hikûmeta Herêma Kurditanê ragehand ku, duh 9 Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsilê Nû yê Fransa li Hewlêrê Dominique Mas û şanda ligel wî kir.

Di civînê de, Dominique Mas xweşhaliya xwe bidestpêkirina karê xwe wek konsilê welatê xwe li Herêma Kurdistanê anî ziman û spasya aliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, pêşwaziyek gerim lêkirin dema ku hat Kurdistanê, herwiha tekez kir ku, ew dê hewldanên rijd bide jibo bihêzkirina pêwendiyên Fransa ligel Herêma Kurditanê bitaybet di biwarên keltûrî, civakî û biwarên din de.

Dominique Mas tekez jî kir ku, “Hikûmeta Fransa şehnaziyê bi xelk, hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê dike.” ku karîbûn bi qehremanî û wêrek berevanî li mirovanî û cîhana azad kirin û hejmarek mezin ji koçber û awareyan hêmêzkirin û xizmetguzariyên pêwîst bo wan pêşkêşkirin, herwiha amadebûna welatê xwe jibo alîkariya mirovî û leşkerî jibo Herêma Kurdidstanê dûbare tekez kir.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasya serdana Dominique Mas kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwest, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdisranê jibo serkeftina karî wî tekezkir, herwiha amaje bi pêwendiyên dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kir, hêvî jî kir ku, ev pêwendî di hemû biwran de bihêzbibin.

Serokwezîr di beşekî din de ji axaftina xwe spasya alîkariyên mirovî û leşkerî yên welatê Fransa bo Herêma Kurdistanê di şerê lidijî terorîstan kir, herwiha hêvî kir ku, ew alîkarî berdewam bikin bitaybet tê pêşbînî kirin ku, piştî şerê azadkirina Mûsilê hejmarek herî mezin ji koçberan berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Herwiha tekez kir ku, Fransa di biwarên keltûrî û zanistî dikare alîkariya herêma Kurdistanê bike û ezmûna xwe di wan biwaran de jibo herêmê veguhêze.

Basnews
Top