HDP teqîna Şemzînanê şermezar kir
Derbarê vê yekê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê di derbarê êrîşa li navçeya Şemzînanê ya li hemberî qereqola leşkeran pêk hatiye daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
HDPê got ku, di encama teqînê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ber vê rewşê ew gelekî xemînin. HDPê ragihand ku ew li dijî her cûreyê şiddetê ne û û di daxuyaniya xwe de got, her roj şer û pevçûn kûrtir dibin.
Deshilatdariya siyasî berpisyarê vê êşe ku li hemberî hemû bangewazî, hewldan û xebatên aştiyê polîtîkayên şer bilind dike, gengeşî û cudakariyê zêde dike.
HDPê destnîşan kir ku, tekane rêya derketina ji hemû êş û şer, avakirina aştiyê ye û bang li raya giştî kir ku herkes tiştên dikeve ser milê xwe pêk bîne û ew jî amedene berpirsiyariyê hilgirin.
K24
