• Monday, 23 February 2026
logo

Sektora taybet ya Kuwaitê dixwaze berê xwe bide Kurdistanê

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
Sektora taybet ya Kuwaitê dixwaze berê xwe bide Kurdistanê
li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya balyozê nû yê Kuwaitê yê li Bexdayê kir.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Kuwaitê yê li Îraqê û şandeke siyasî û dîplomatîkî ya Kuwaitê kir.

Di civînekê de, balyozê Kuwaitê ew pêşketinên li Kurdistanê di hemû waran de çêbûne bilind nirxandin. Rola xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand ku karîne herêma Kurdistanê ji gefên terorîstan biparêzin û pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê bikin û bi başî xizmeta wan bikin.

Şandeya mêvan behsa têkeliyên dêrîn yên navbera her du gelên Kurdistan û Kuwaitê û zêdetir pêşxistina ewan têkeliyn kir û diyar kir ku dewleta Kwêt dixwaze baştirîn têkelî di hemû waran de digel Kurdistanê bebe û hêvîxwest ku piştî operasyona azad kirina Mûsilê dever bi awayekî giştî aram bibe û sektora tayebt ya Kuwaitê ber bi Kurdistanê bê û sermayeyê xwe di warên cuda de birazînin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku balyozê nû yê Kuwaitê li Îraqê di kar û xebatên xwe de serketî be û têkeliyên navbera Kwêt û Kurdistanê di hemû waran de zêdetir berfireh û xurt bibin û got ku têkeliyên bi Kuwaitê re ji bo Kurdistanbê giringin bi taybetî piştî serdana serokê Herêma Kurdistanê bo Kwêtê û cîvinên bi berpirêsn balayê wî welatî re.

Di warê êkonomî jî de, serokwezîr diyar kir ku hikûmetê Kurdistanê amadeye hemû piştevanî û hêsankariyan ji bo sermayedar û berhemînerên Kuwaitê bike ku sermayeyê xwe li Kurdistanê de di warên cuda de birazînin.

Top