• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriye kir

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriye kir
Roja yekşem 09.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriye kir.

Li hevdîtinê de şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriye ji bo piştgîrîkirin û yarmetîdana doza rewaya gelê Kurdistanê li Sûriye spasî Serok Barzanî kirin û bi kurtî li erk û çalakiyên xwe yên li warê rewşenbîrî û xizmetkirina projeya netewayetî li Kurdistana Sûriye behs kirin. Pêzanînên xwe jî ji bo xebat û qurbanîdana xelk û Pêşmerge li Herêma Kurdistanê û rola Serok Barzanî li serkirdayetîkirina doza rewa ya Kurdistanê de hebû.

Li beşekî dinê hevdîtinê de şanda mîhvan ronahî xistin li ser kêşe û giriftên hemwelatiyên li Kurdistana Sûriye û gumana xwe ya li ser guherîna demografî û guvaşên siyasî û rewşa xelkê de nîşan dan û ragihandin ku gelê me bi hêviyê ve temaşa hewlên Serok Barzanî ya ji bo serbixweyî û pêşvebirina daxwazên gelê Kurdistanê dikin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û destxweşiyê li çalakî û karên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriye kir û ji bilî balkişandina rewşa siyasiya navçeyê û Herêma Kurdistan û Sûriye spasî hemwelatiyên Kurdistana Sûriye kir ku li beranber gefan da xweragir bûne û ragihand her wekî çawa berê piştevaniya wan buye li niha û paşarojê de jî bi be hemû şiyanek ve palpiştê doza rewaya gelê Kurdistanê li Sûriye dibe.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî têbînî û nêrînên xwe yên di derbarê paşaroja Sûriye û rewşa siyasiya navçeyê û hengavên berev serbixweyiyê ji bo şanda mîhvan xisterû.

Top