Parlamenterekî Iraqê: Tirkiye û Iraqê li ser Başîkê rêkeftinek veşartî kiribûn
Nûnerê parêzgeha Mûsilê û endamê Lêjneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Cibûrî ji rojnameya Şerq El Ewsret re li ser kirîza hebûna serbazên Tirkiyê li devera Başîkê gotiye, ew hêza Tirkiyê di encama rêkeftina veşartî di navbera hikûmetên Iraq û Tirkiyê de derbasî Iraqê bûye.
Ehmed Cibûrî her wiha gotiye, ew rêkeftin roja 27 Mijdara 2015 ji aliyê wezîrê wê demê yê berevaniya Iraqê Xalid Ubêdî û wezîrê wê demê berevaniya Tirkiyê Îsmet Yilmaz ve hatibû îmzekirin.
Wî parlamenterê Iraqî daye zanîn ku haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji wê rêkeftinê hebûye û Tirkiye dê wê rêkeftin ji Encumena Asayişa Navdewletî re eşkere bike.
Bi nêzîkbûna operasyona Mûsilê re, hikûmeta Iraqê û hêz û aliyên nêzîkî wê daxwaz ji Tirkiyê dikin serbazên xwe ji Başîkê derxîne lê Tirkiyê dibêje, em dernakevin.
Basnews
