Êrişa Başîqayê…
Li gorî nûçeya DHAyê rêxistina DAIŞê bi topan êrişî navenda leşkerî ya li girê Gudadê kir û leşkerên Tirkiyê yên li herêma navborî jî bersiva wan da.
Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Hêzên Tirkiyê bicih de bersiva êrişê da û di encamê de mewziyekê DAIŞê hat rûxandin. Herwiha firkoyeke bêpilot a DAIŞê aht xistin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîqayê Hemîd Efendî jî ji Rûdawê re diyar kir ku li herêma navborî îro ti pevçûn derneketine lê firkoyeke bêpilot a rêxistine hate xistin.
Rudaw
