• Monday, 23 February 2026
logo

Êrişa Başîqayê…

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
Êrişa Başîqayê…
Medya Tirkiyê ragihand ku çekdarên DAIŞê li herêma Başîqayê ya Mûsilê bi topan êrişî girê Gudadê kir ku leşkerên Tirkiyê li wê derê bicih bûne. Fermandarê pêşmerge jî red kir.

Li gorî nûçeya DHAyê rêxistina DAIŞê bi topan êrişî navenda leşkerî ya li girê Gudadê kir û leşkerên Tirkiyê yên li herêma navborî jî bersiva wan da.

Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Hêzên Tirkiyê bicih de bersiva êrişê da û di encamê de mewziyekê DAIŞê hat rûxandin. Herwiha firkoyeke bêpilot a DAIŞê aht xistin.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîqayê Hemîd Efendî jî ji Rûdawê re diyar kir ku li herêma navborî îro ti pevçûn derneketine lê firkoyeke bêpilot a rêxistine hate xistin.

Rudaw
Top