• Monday, 23 February 2026
logo

Îtîlafa Erebî: Pêwîst e wek Mûcahîdên Xelk danûstandinê em li gel PKKê bikin

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
Îtîlafa Erebî: Pêwîst e wek Mûcahîdên Xelk danûstandinê em li gel PKKê bikin
Îtîlafa Erebî bi serokatiya Salih Mutleq de daxwaz li hikûmeta Iraqê dike, dest li karûbarê navxweyî yên welatên herêmê vernede, bi taybetî pêwîste wek çawa danûstandin li gel dosyaya Mûcahîdîn Xelk a opozîsyona Îranê kirine, bi heman awayî danûstandinê li gel PKKê jî bikin.

Di beyanameya ku roja 09.10.2016ê de hatî belav kirin de Îtîlafa erebî diyar dike, pêwîste hikûmeta Iraqê bi awayekî waqiî û dîplomatîk danûstandinê li gel pirsa hebûna hêzên Tirkiyê yên li sînorê xaka Iraqê de bike.

Îtîlafa Erebî hebûna hêzên biyanî li sînorê xaka Iraqê de red dike û heman demê de hişyarî dide hikûmeta Iraqê, ku nekeve bin bandora siyaseta welatên herêmê, ji ber ev yek bandorekî neyînî li ser paşeroja Iraqê wê bike.

Di beşekî din ê beyanameyê de tê gotin, divê Iraq peyvendiyên baş li gel welatên cîran hebe û pêwîstiya Iraqê bi vê yekê heye, ku bi her rêyekî be grubên tund li welatême me ji binîve bên rakirin.’’

Îtîlafa erebî derbarê gerîllayên PKKê û pirçek kirina wan a ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek binpêkirina yasayên cîrantiyê pênase kiriye û tê gotin, pêwîste wek Mûcahîdîn Xelk ên Îranê danûstandin li gel PKKê bê kirin, ku nîgeraniya Tirkiyê nemînê.

Basnews
Top