• Monday, 23 February 2026
logo

HPG: Zêdetirî 30 leşkeran hatine kuştin

Gulan Media October 9, 2016 Nûçe
HPG: Zêdetirî 30 leşkeran hatine kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG)ê ku baskê leşkerî yê PKKê ye, daxuyaniyek belav kir û li gor wê daxuyaniyê ji destpêka meha cotmehê heta naha 30 leşker ji aliyê gerîllayên wan ve hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya navenda ragehandin û çapemeniya HPGê, ku di çapemeniya nêzîk PKKê de hatiye belav kirin li gel kuştina 30 leşkeran vê mehê de gerîllayekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya HPGê gerîllayên wan 05.10.2016ê êrîş kirine ser di binkeyên leşkerî yên Tirkiyê yên li Elbakê û li wê derê 3 leşker hatine kuştin û dû leşker jî birîndar bûne.

Herwaha di daxuyaniyê de tê gotin roja 07.10.2016ê li Colemergê Qela Petrot, Qela Mêrganiş û li Elbakê gerîllayên wan 8 leşkerên Tirkiyê kuştine.

Dîsa li sînorê Aşkîta 5 leşker û li Agiriyê jî 13 leşker hatine kuştin û li Wêranşara Ruhayê jî dû endamên tîma taybet ên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Basnews
Top