Pisporekî amerîkî: Kurdistana Başûr mîna dewletek serbixwe ye
Mamostayekî zanîngeha New Yorkê bi navê Alon Bên Meyir, ji Dengê Amerîka (VOA) re gotiye, ji bo çareserkirina kêşeya kurd li Rojhilata Navîn divê mirov li şêwaza hizirkirin û dîroka wî welatî ku kurd tê de dijîn, binêre.
Alon Bên Meyir behsa parçebûna Kurdistanê di navbera Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de kiriye û gotiye, Brîtanya û Fransa, ku di şerê cîhanê yê yekemîn de bi ser ketibûn, Rojhilata Navîn di nav xwe de parve kirin bêyî ku taybetmendiyên etnîkî, dîrokî û çandî yên kurdan û gelên din li ber çavan bigirin.
Wî akademîsyenê amerîkî aniye ziman ku kurdan ti carî parçekirina welatê xwe ji bîr nekirine û heta niha jî hêza wan ya zindîkirin û xurtkirina ziman, çand û kultura kurdî heye.
Li gorî wî pisporê biyanî, Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe û niha jî bi alîkariya Amerîka, Kurdistana Başûr mîna dewletek serbixwe ye.
Basnews
